Dinya

Li Iraqê çalakvanan rêyên bendera girîng girtin

Haydar Şahin  | 15.11.2019 - Rojanekırın : 16.11.2019
Li Iraqê çalakvanan rêyên bendera girîng girtin

Al Basrah

Li Besraya bajarê Iraqê çalakvanan rêyên diçin Um Qesra bendera herî mezin a welêt ji çûyîn û hatinê ra girtin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, bi dehan çalakvanên bi şev rêyên diçin Um Qesra bendera li Besra girtin destûr nedan ku tirên bar dikişînin jî derbas bibin.

Bendera Um Qesrê ya li Besraya li rexê behrê ji bo petrolê û dîtina hewcedariyên welatiyê Iraqê deriyê gumrikê yê girîng e.

Ji ber protestoyên ji 1ê cotmehê vir da dewam dikin demekê berê jî bender hatibû girtin.

Tuxgeneral Ebdilkerîm Xelefê Berdevkê Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê di 6ê mijdarê da daxuyanî da û diyar kiribû ku zirara ku çalakiyên li dijî hikûmetê dan aboriyê ji 6 milyar dolarî derbas bû.

- Çalakiyên li Iraqê

Welatiyên Iraqê ji bo bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê protesto bikin li gelek bajarên Iraqê çalakiyan li dar dixin. Çalakvanên di 1ê cotmehê da dest bi protestoyan kirin ji ber merasimên Erbaînê navber dan protestoyan û di 25ê cotmehê da dîsa dest bi protestoyan kirin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Serbixwe ya Iraqê ji destpêka çalakiyan vir da ji 319yî zêdetir kes hatin kuştin û 15 hezar kes jî birîndar bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın