Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Qumandariya Operasyonên El Enbar a ku girêdayî artêşa Iraqê ye hat bi destxistin, di operasyona ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li hin deverên nêzê navçeya El Kermeya girêdayî bajarê Enbarê hat kirin de 10 mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hatin kuştin û 15 mîlîtan jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nava mîlîtanên birîndar û yên ku hatin kuştin de hin erebên ku ne ji Iraqê ne jî hene.
Cîgirê Mudirê Asayîşa Navçeya Beycî ya girêdayî Selahaddînê Serheng Salih Hassun ji peyamnêrê AAyê re axivî û eşkere kir dema ku wesaîta girêdayî hêzên taybet ji navçeya Beyciyê diçû Tîkrîtê, çalakvanekî întîxarê seyareya xwe ya ku çije teqemenî bû teqand û di encamê de teymenek û 2 peywirdarên asayîşê mirin û 5 peywirdarên asayîşê û 2 girtî jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve jî, destûrmendê polîsan Serpel Elî Mihemmed, da zanîn ku li devê bazara taxa Es Sadr a ku li rojhilatê Bexda yê ye, bombeyeke ku bi destan hatiye çêkirin teqiya. Di encama teqînê de 2 sîvîl mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li taxa El Hurriye ya Bexdayê ya ku Şiî lê zêde ne bombeyeke din teqiya û di encamê de jê1 giran 4 sîvîl birîndar bûn.
Bûyerên tundiyê ji 21ê çileya pêşîn û vir ve di navbera yekîneyên artêşa Iraqê û DÎŞIyê de zêdetir li Enbarê û hin bajarên din dewam dike.