Avakhovî di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de diyar kir ku Yanukoviçî ji parêzvanên xwe yên fermî veqetiyaye û çûye Kirimê û ji wir jî çûye cihekî ku nayê zanîn.
Wezîrê Navxweyî yê Berdemî Avakhov eşkere kir ku ji bo Yanukoviç û hin peywirdarên din, ji ber ku fermana kuştina sîvîlan a bi awayekî komî dane, destûra girtinê hat derxistin.
Avakhov got ku Yanukoviçî herî dawî li bajarê Balaklavaya Girava Kirimê hat dîtin û aniha ez jî nizanim ka Yanukoviç li kuderê ye.