Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê bi erebeyên bombebarkirî ve 2 êrîş hatin kirin û di encama teqînan de 12 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê hilda, li rojhilatê Bexdayê nêzîkî îstasyoneke benzînê bi erebeyên bombebarkirî ve êrîş hat kirin, di vê êrîşê de 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li bajaroka Es-Sadra li ser Bexdayê jî li kolana El-Felahê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin û di vê bûyerê de jî 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Heta niha tu kesekî ev herdu êrîş hilneda stûyê xwe.