04 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
BEXDA
Li Iraqê di sala dawî da 9 rojnameger hatin kuştin û 477 rojnameger jî rastê tundiyê hatin.
Di rapora Çavdêrxaneya Azadiyên Rojnamegeriyê (JFO) ya hevbeşa saziya Rojnamgerên Sînornenas (RSF) a li Iraqê da hat daxuyandin ku li herêmê tundiya her du aliyên ku şer dikin li ser rojnameger û rojnamgeriyê zêde bû, di 12 mehên dawî da 9 rojnameger hatin kuştin û 477 rojnameger jî rastê tundiyê hatin.
Di raporê da hat diyarkirin ku li Mûsilê 5 rojnamger ji aliyê DAEŞa rêxistina terorê va hatin kuştin û li Basra û Bexdaya paytexta welêt jî 4 rojnamger ji aliyê yekî çekdar ku hê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin va hatin kuştin.
Di raporê da hat bibîrxistin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî, ji bo "wesayeta eskerî" ya dijî rojnamegeran bê rakirin telîmat daye, lê belê dîsa jî rojnameger bêyî bicihanîna prosedurên burokratîk yên tevlihev nikarin nûçeyan çêbikin û dîmenan bigirin.
Di raporê da hat diyarkirin ku tevgerên Lijneya Çapemenî û Ragihandinê li hemberî kanalên peykê yên herêmî û biyanî nebaş e, herwiha lijne dixwaze kanalên peykê ya Bexdadiye û El-Cezîreyê bigire.
Di raporê da hat ragihandin ku li Iraqê ji sala 2003yan vir va 294 rojnameger hatine kuştin.