04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
HEMA
Girtiyên li girtîxaneya navendî ya Hemaya bajarê Sûriyê û hêzên rejimê li hevdu kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên li girtîxaneyê wergirt, piştî 2 roj çalakiyên mehkûman, bi rejima Beşar Esed ra rêkeftinek derket û di çarçoveya rêkeftinê da 34 girtiyên siyasî hatin berdan.
Çavkaniyan destnîşan kir girtiyên ku hatin berdan, teslîmî Heyva Sor a Sûriyê kirin û şandin ciyên cuda cuda û li gorî rêkeftinê dê 200 mehkûm bên berdan.
Çavkaniyan ragihand ku mehkûman hê jî albayek û 5 mensûbên hêzên ewlekariyê desteser kirine û seba berdana van kesan jî ji rejimê dixwazin ku 166 mehkûm bên berdan. Li gorî peymanê, 5 mehkûmên siyasî yên ku bûn sedema serhildanê jî dê neyên dardakirin.
Rejima Esed xwestibû ku ji mehkûmên siyasî jê 5 kesan darda bike. Lê mehkûm li hemberî vê derketibûn û pêrê serî hildabûn. Li ser vê hêzên rejimê girtîxaneya Hemayê dorpêç kiribûn, bi xaza îsotê va midaxaleyî girtîxaneyê kiribûn. Girtiyan jî albayek, 2 serheng û çendîn efserên ewlekariyê desteser kiribûn. Li ser vê qewimînê, duhê aliyan dest bi muzakereyê kiribûn. Mehkûman duhê 2 efserên rejimê teslîm kiribûn.