İbrahim Atmaca
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
PARÎS
Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnûmaya zagonî ya ku li welêt hilberîna neft û xaza siruştî di 2040î da dide sekinandin, qebûl kir.
Pêşnûma li Meclisa Neteweyî ya Fransayê di rûniştina duh da bi 316 dengan va hat qebûlkirin.
Wezîrê Hawirdorê yê Fransayê Nicolas Hulot ku wek aktivîstekî hawirdorê tê nasîn, zagon amade kir û li ser nîqaşên zagonê axivî û got ku Fransa di mijara sotemeniya fosîl da di rêyeke şaş da ye.
Li gor zagonê Fransa wê ji sala 2040î pê va destûrê nede ku li ser axa wê tu kes li neft û xaza siruştî bigere û destûrên hatine dayîn jî wê dema wan dirêj nekin.
Hikûmetê ji bo fîrmayên ku di vê sektorê da hilberînê dikin ragihand ku ew ê di vê mijarê da tund nebin, lê digel vê daxuyaniya hikûmetê Yekîtiya Endustriya Neftê ya Fransayê bertek nîşan dabû û mijar wek "polîtîk û sembolîk" bi nav kiribû û gotibû ku ev ji bo welêt dezavantaj e.
Rêxistinên hawirdorê ji bo pêşnûmaya zagonê kêfxweşiya xwe anîbûn ziman.
Fransa ji sedî yekê nefta ku xerc dike ji axa xwe derdixe û ew jî 815 hezar ton dike.
Fransayê ji bo Peymana Îqlimê ya Parîsê mazûvanî kiribû û ji bo teahudên xwe yên peymanê dixwaze hîdrokarbon kêm werin şewitandin da ku xaza serayê ya ku li hewa belav dibe, kêm bike.