Serokwezîr Manûel Valls îstifaya hikûmetê radestî Serokomar Françoîs Hollande kir
Qesra Serokomariyê daxuyanî da û wiha hat gotin: "Serokwezîr îstifaya hikûmetê radestî Serokomar kir. Serokomar jî ji Serokwezîr xwest ku ew di çarçoveya berjewendiyên welêt de hikûmeteke nû ava bike."
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kabîneya nû wê sibê bê eşkerekirin.
Hikûmeta Manuel Valls di serê meha nîsanê de hatibû avakirin û 147 rojan wezîfe kir. Îstifkirina hikûmetê ji ber lihevnekirinên li ser polîtîkayên aboriyê çêbû.