Mîchael Brown di mihrîcana ku li bajarê St. Louîsa eyaleta Mîssouriyê ya Amerîkayê her sal tê lidarxistin de axivî û banga aramiyê kir.
Brown ji reşikên ku ev çend rojin ku dimeşin û protestoyan dikin re banga aramiyê kir û wiha got: "Ez ji we dixwazim ku bila ev roj bibe roja bêdengiyê."
Keşîşê navdar Al Sharpton ê ku parastvanê mafên mirovan e jî, ji bo piştgiriyê bide Mîcheal Brown bi wî re derkete ser kursiyê. Brown axaftineke kin kir û wiha axivî:
"Kurê min di nav aramiyê de radizê û ez bi tenê dixwazim ku bila di merasîma wî ya cinazê de aştî hebe."
Ji hêla din merasîma cinazê dê îro bê lidarxistin û bendêne ku bi hezaran kes beşdarî merasîmê bibin.
Ji Qesra Spî jî dibe ku 3 kes beşdarî merasîmê bibin.