PARÎS
Di rapora Yekîtiya Dijberên Îslamofobiyê (CCIF) de, di sala 2012an de 469 çalakiyên Îslamofobîyê hatine kirin. Gava ku ev rapor, bi rapora sala 2011an ve tê berawerdkirin, tê dîtin ku tevgerên li dijî Îslamê ji sedî 57 zêde bûne. Di raporê de hat gotin ku li dijî misilmanan tevgerên nexweş û cudaxwaz tên sepandin.
CCIFyê di xebata xwe de eşkere kir ku di sala 2010an de 188, di 2011an de 298 û di sala 2012an de jî 469 çalakiyên li dijî Îslamê hatin kirin.
Di raporê de hat ragihandin ku di çalakiyan de bi taybetî jî jinan ji xwe re dikin hedef. Sedema êrîşan bi piranî jî nûçeyên neyînî yên ku li dijî Îslamê di medyayê de tên weşandin in.