HÛMÛS
Li bajarê Xûmûsa Îraqê tirba Xalid Bîn Welîd bi çekên giran hat bombebarankirin. Komîteya Kordinesyona Herêma Sûriyê (LCC) di daxuyaniya xwe ya niviskî de got Xûmûs û semtên Xalidiye ji aliyê hêzên Esed ve hatin dorpêçkirin û tirbeya Xalid Bîn Welîd a ku di hundirê camekanê de disekinî jî, bi top û havanan bû hedefa êrîşan û bi temamî hilweşiya.
Hat diyarkirin ku ne bi tenê tirba Xalid bîn Welîd, Mizgefta wî jî hilweşiya. Di daxûyaniyê de bangî Tirkiyeyê jî hat kirin û ev daxwaz derketin pêş: "Gelî neviyên Fatih Sultan Mehmet û Yavuz Sultan Selim, gelê Xûmûsê ji bo parastina Mizgefta Xalid bîn Welîd çi ji destê wan hat kirin. Em niha ji we dixwazin emanetên ku Osmaniyan lê xwedî derdiketin, hûn jî wekî duh bi lez xwedî li van emanetan derkevin. Bi lez û bez alîkariya çek û lojîstîkê bidin"