ERBİL
Li Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal, partiyan lîsteyên berendamên parlamenteran yên ku dê bikevin hilbijartinan şandin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) û Partîya Goran, bi 100an berendamî ve beşdarî hilbijartinê dibin. Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistana Îraqê 47an û Partiya Yekîtiya Îslamî jî bi 76 endaman dê beşdarê hilbijartinan bibin. Hilbijartin dê di 21ê îlonê de bê kirin.
Di lîsteya ku gihişt Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de kîjan partiyê kê kiriye rêza yekem jî dîyar bû. Li gor vê ji PDKê Cemal Osman Karsol, ji YNKê Serokê Parlamentoyê Ersalan Bayiz İsmail, ji Bizutnavayê Şivan Kaladizi, ji Goranê jî Yusuf Muhammed Abdulkadir Sadık di rêza yekem de cih girtin.
Di parlamentoya Meclisa herêma Kurdistanê de 111 kursî hene ji wan 11 kursî yên kêmneteweyan in. Di parlamentoyê de 5 ji bo Tirkmenan, 2 ji bo Êzidiyan û ji bo Keldanî û Suryaniyan jî kontejanek heye.