ERBÎL
Ji Tirkiyê, Sûriye û Îranê nûnerên partiyên kurdan û saziyên civakê yên sîvîl ji bo beşdarê Konferansa Neteweyî ya Kurdan bibin, li Hewlêrê hatin li bal hev.
Ji 100î zêdetir siyasetmedar û nûnerên saziyên sîvîl, li ser daweta Serokê Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê Mesûd Barzanî li qesra serokatiyê ya Selahadînê beşdarê civînê bûn. Civîn bêyî çapemeniyê dest pê kir.
Civîn di saet 11.00an de, bi axaftina Barzanî dest pê kir. Hat ragihandin ku ji bo ku xebatên amadehiyên Konferansa Kurdan bi rê ve bibe, lijneyeke bilind wê bê avakirin. Konferansa Neteweyî ya Kurdan wê li ku û kengê bê lidarxistin û kê wê beşdarê konferansê bibe, lijneyê wê der barê van mijaran de bixebite.
Ji Tirkiyê ji partiyên siyasî û saziyên sîvîl bi tewahî 21 kes dawetî civînê kirin.
Di heyetê de navê van kesan hene:
Hevserokê DTKê Ahmet Turk, Serokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, parlamantera BDPê Mulkiye Bîrtane, Serokê Partiya KADEPê Lûtfî Baksî, Serokê Giştî yê Komeleya Çandî Demokratîk û Şoreşger Îmam Taşçier, ji Buroya Asrînê parêzer Mazlum Dinç û Nurhayat Altun, Tevgera Jina Azad a Demokratîk Meryem Adibellî û Figen Ektî, Ji Meya-Derê Leyla Ayaz, ji KESKê Kasim Bîrtek, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Sinan Çiftyurek, Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, Kordînatorê Giştî yê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner, ji Hereketa Îslamî Fikri Bozkurt, ji Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê Nesîmî Çîmen, ji Platforma Demokrasî ya Kurd Sertaç Bucak, Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan Raci Bilici, ji DTKê Mehmet Baysal, Azize Abîş û Salîha Aydenîz.
Hat diyarkirin ku ji Îraqê KDP, YNK, Goran, PÇDK, Yekgirtû, Komeleya Îslamî, Bizotnava Îslami, Hizbî Sosyalîst, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Şuî, YNDK û Hizbî Ayende, ji Îranê KDP ya Îranê, Komeleya Şoreşgeran, PAK û Komeleya Îran û PJAK, ji Sûriyê jî PYD û ENKS û gelek nûnerên saziyên sîvîl wê beşdarî civînê bibin.