Gülşen Topçu
09 Îlon 2023•Rojanekirin: 09 Îlon 2023
Li Fasê bi mezinahiya 7an erdhej çêbû û li gorî encamên destpêkê 296 kes mirin.
Enstîtuya Jeofîzîk a Neteweyî ya Fasê ragihand, li welêt bi mezinahiya 7an erdhej çêbû. Enstîtuyê diyar kir, erdheja ku navenda lerza wê, herêma El-Hewz a Marakeşa li bakurê welêt e, 8 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê da hat ragihandin ku di erdheja li gelek bajarên welêt hat hîskirin da li gorî encamên destpêkê 296 kes mirin, 153 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin li bajarên Marakeş, Azîlal, Axadîr, Warzazat û Chichaouayê însan mirin.
Her wisa ekîbên xilaskirinê jî hewil didin însanên di bin kavilan da mane derxin.