Zeynep Katre Oran
08 Îlon 2023•Rojanekirin: 09 Îlon 2023
Li Zelanda Nû bi mezinahiya 6,6an erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda lerzê, Giravên Kermadecê yên li bakurê Zelanda Nû ye.
Di erdheja 6,6 mezin da ya ku di 89,9 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, li gorî encamên destpêkê tu ziyaneke canî û madî çênebûye.
Her wisa piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.