Kaan Bozdoğan
08 Îlon 2023•Rojanekirin: 09 Îlon 2023
Zîrweya Serokên G-20ê ya dê di 9-10ê Îlonê da li Hindistanê li bajarê Delhiya Nû bi beşdariya Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî bi rê va biçe, dê sibê dest pê bike.
Zîrweya Serokên G-20ê ya ku her sal li welatekî cuda tê kirin û îsal jî dê ji bo cara 18em li Hindistanê bi temaya "Yek Rûzemîn, Yek Malbat, Yek Paşeroj" were lidarxistin, dê sibê bi merasima ji hêla Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi va pêşwazîkirina serokan dest pê bike.
Serokên welatên G20ê yên ji sedî 85ê hilberîna aboriya kurewî, ji sedî 75ê bazirganiya navneteweyî û sêyeka nifûsê cîhanê pêk tîne, dê di civîna îsal a ku dê ji sê rûniştinan pêk were da li ser reformên aboriya kurewî yên berfireh rawestin.
Wekî din ji xeynî pêşketina domdar wê mijara cudahiyên di navbera dewletên pêşketî û kêmpêşketî da jî di civînê da bê rojevê.
- Putîn û Şî wê beşdarî civînê nebin
Serokomar Erdogan jî tê texmînkirin ku li gor rojeva navborî wê bi hin serokên dewlet û serokwezîrên hikûmetan ra bicive.
Ji xeynî Serokomar Erdogan wê Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sunak, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîrê Japonyayê Kîşîda Fumîo, Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-Yeol, Prensê Welîehd yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman, Serokdewletê Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa, Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hasîna Wecîd, Serokdewletê Arjantînê Andres Alberto Fernandez, Serokdewletê Nijeryayê Bola Ehmed Tînubu û Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese beşdarî civînê bibin.
Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn beşdarî civînê nabin û wê Serokwezîrê Çînê Lî Çîang û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov beşdar bibin.