Kaan Bozdoğan
09 Îlon 2023•Rojanekirin: 09 Îlon 2023
Civîna Serokên G20ê ya li Hindistanê li bajarê Delhiya Nû ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî beşdar dibe, dest pê kir.
Civîna Serokên G20ê ya ku her sal li welatekî cuda tê kirin û îsal jî dê ji bo cara 18em li Hindistanê bi temaya "Yek Rûzemîn, Yek Malbat, Yek Paşeroj" tê lidarxistin û bi merasima ji hêla Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi va pêşwazîkirina serokan dest pê kir.
Serokwezîrê Hindistanê Modi di çarçoveya merasima li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Bharat Mandapamê da yek bi yek serokên beşdarî zîrweyê bûn pêşwazî kirin û wêne da kişandin.
Piştî merasimê serok derbasî navenda kongreyê bûn ku beşdariya rûniştinên zîrweyê bikin.
Serokomar Erdogan jî di rûniştina ewil a rojê ya bi temaya "Yek Dinya" tê lidarxistin bû.
Serokên welatên G20an yên ji sedî 85ê hilberîna aboriya kurewî, ji sedî 75ê bazirganiya navneteweyî û sêyeka nifûsê cîhanê pêk tîne, dê di civîna îsal a ku dê ji sê rûniştinan pêk were da li ser reformên aboriya kurewî yên berfireh rawestin.
Wekî din ji xeynî pêşketina domdar wê mijara cudahiyên di navbera dewletên pêşketî û kêmpêşketî da jî di civînê da bê rojevê.
- Putîn û Şî beşdarî civînê nabin
Serokomar Erdogan jî tê texmînkirin ku li gor rojeva navborî wê bi hin serokên dewlet û serokwezîrên hikûmetan ra bicive.
Ji xeynî Serokomar Erdogan wê Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sunak, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîrê Japonyayê Kîşîda Fumîo, Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-Yeol, Prensê Welîehd yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman, Serokdewletê Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa, Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hasîna Wecîd, Serokdewletê Arjantînê Andres Alberto Fernandez, Serokdewletê Nijeryayê Bola Ehmed Tînubu û Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese beşdarî civînê bibin.
Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn beşdarî civînê nabin û wê Serokwezîrê Çînê Lî Çîang û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov beşdar bibin.