Abdulselam Durdak
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2023
Take Off Istanbul ku zîrweyeke startup a navneteweyî ye, îsal dê ji bo cara 6em miteşebis, veberhêner, mentor û hemû lîstikvanên ekosîstema teşebusê bîne bal hev.
Zîrweya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê wê yê Ragihandina Global e dê di 5-6ê Berfanbarê da li Navenda Kongreyê ya Lutfi Kirdar were lidarxistin. Ji bo kesên dixwazin beşdarî zîrweyê bibin, pêvajoya xweqeydkirinê didome.
Di zîrweya ku ji gelek warên curbecur ên teşebusên înovatîf tê rikeberiya hev bikin da miteşebis dê bi zêdeyî 100î veberhênerî ra bên cem hev û derfeta îfadekirina hizr û ramanên xwe dê bi dest bixin.
Beşdariya çalakiyê ji herkesî ra vekirî û bêucret e û mecraya xweqeydkirinê jî malpera "https://mth.tc/takeoff2023" e.
Zîrwe bi pêşîkêşiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Ofîsa Veberhêneriyê ya Serokomariyê û bi hevkariya 43 saziyan va tê lidarxistin, ji bo pêkanîna xewn û xeyalan, zemînekî girîng e.