16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
ANTALYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li Otêla Regnumê hatin bal hev.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Civîna Serokan a G20an de li Antalyayê hevdîtinin xwe didomîne.
Erdogan û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li Otêla Regnumê hatin bal hev û qasî 45 deqîqeyan axivîn.
Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê de amade bûn.