Hamdi Yıldız
09 Îlon 2023•Rojanekirin: 09 Îlon 2023
Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand, di erdheja ku bi mezinahiya 7an li Marakeşê çêbû da hejmara miriyan derket 632yan.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ji ber erdheja El-Huza herêma Marakeşê çêbû hejmara miriyan derket 632yan û hejmara birîndaran jî derket 329an.
Wezaretê berê ragihandibû ku ji ber erdhejê 296 kes mirine û 153 kes jî birîndar bûne.
Hatibû diyarkirin ku li bajarên Marakeş, Azîlal, Axadîr, Warzazat û Şîşawaê herî zêde însan mirine.
Li gor medyaya Fasê erdhej bi saeta herêmî di 23.10an da çêbûye û di serî da paytext Rabat bajarên Kazablanka, Meknes, Axadîr û Fesê jî hejiyane.
Li gor agahiyên ewil yên çapemeniya Fasê mezinahiya erdhejê 6,8 e û Navenda Sîsmolojiyê ya Almanyayê jî mezinahiya erdhejê weke 7 ragihand.
Her wisa ekîbên xilaskirinê jî hewl didin însanên di bin kavilan da mane derxin.