Dinya

Li Erebistana Siûdî tedarîka neftê vegeriya asta beriya êrîşa Aramcoyê

Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman ragihand ku li welêt tedarîka neftê vegeriya asta beriya êrîşa dijî tesîsên Aramcoyê.

Önder Beyter  | 18.09.2019 - Rojanekırın : 19.09.2019
Li Erebistana Siûdî tedarîka neftê vegeriya asta beriya êrîşa Aramcoyê

Riyad

 Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman ragihand ku li welêt tedarîka neftê vegeriya asta beriya êrîşa dijî tesîsên şîrketa neftê ya neteweyî Saudi Aramcoyê.

Wezîrê Vejenê bin Selman di civîna çapemeniyê ku li Cîddeyê li dar xist da diyar kir ku Aramco, vê mehê berpirsiyariya xwe ya tedarîkê dê ji depoyan bikişîne û wisa bîne cih.

Bin Selman diyar kir ku hilberîna rojane ya neftê ya welatê wî dê dawiya vê mehê bibe 11 milyon warîlî, dawiya mijdarê jî bibe 12 milyon warîlî. Bin Selman herwiha diyar kir ku êrîş bûn sedem ku 5,7 milyon warîl neft ku bi qasî nîvê hilberîna rojane ya Aramcoyê ye û herwiha 2 milyar metrekûp xaza ku bi neftê ra derdikeve rawestin.

Wezîr bin Selman got ku di îxracata neftê ya welatê wî ya vê mehê da tu guhertin dê çênebe û dahata wê jî dê li gorî mehên çûyî di şûna xwe da bimîne.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Aramcoyê Yasîr er-Rumeyan ku di civîna çapemeniyê da axivî, diyar kir ku ji ber êrîşan ji bo gel di borseyê da vekirina hîseyên Aramcoyê dê neyê paşdaxistin.

Rumeyan got ku qeydên hîseyê yên Aramcoyê dê neyên paşdaxistin û vekirina hîseyan di borseyê da jî li gorî rewşa piyaseyan dê di 12 mehên bê da di wextê da were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.