Dinya

"Heta ku Taliban van êrîşan bidomîne hevdîtinên aştiyê wê neyên kirin"

Qesra Spî: "Amerîka êrîşên newêrek ên ku Taliban dibe ser gelê Efxan bi tundî şermezar dike"

İbrahim Atmaca  | 18.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
"Heta ku Taliban van êrîşan bidomîne hevdîtinên aştiyê wê neyên kirin"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji ber êrîşên wê yên li Efxanistanê ew ê bi Talibanê ra hevdîtinên aştiyê neke.

Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Çapemeniyê ya Qesra Spî hat dayîn, êrîşên ku li Kabula paytextê Efxanistanê û wilayeta wê ya Parwanê hatin kirin û 48 kes hatin kuştin, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Amerîka êrîşên newêrek ên ku Taliban dibe ser gelê Efxan bi tundî şermezar dike. Serok (Donald Trump) bi eşkere got ku heke Taliban van êrîşên xwe bidomîne, ew ê bi Talibanê ra tu hevdîtineke aştiyê neke."

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyeke cuda va êrîşên navborî şermezar kiribû.

Talibanê li paytext Kabulê û wilayeta Parwanê du êrîşên xwekujiyê kiribûn û 48 kes hatibûn kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.