Türkan Tosun
09 Hezîran 2019•Rojanekirin: 10 Hezîran 2019
Milîtanên Talibanê li Gora bajarê Efxanistanê êrîşî qereqola gundparêzan kirin, di êrîşê da 14 gundparêz û sivîlek hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Gorê Abdulhay Hatîbî ji çapemeniyê ra daxuyand milîtanên Talibanê li navçeyê êrîşî qereqola gundparêzan kirin û pevçûn derket.
Di pevçûnê da 14 gundparêz mirin û 7 gundparêz jî birîndar bûn.
Hatîbî got ji Talibanê jî mirî û birîndar hene.
Wekîlê Şuraya Bajêr a Gorê Abdul Hemîd Natîkî jî got di pevçûnê da sivîlek jî hat kuştin.