Dinya

Li Iraqê di mehekê da 40 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn û bûn xwelî

Li Iraqê di nava mehekê da agir berdan qedera 40 hezar donim zeviyên çandiniyê ku nan û debara tekane ya cotkaran e

09.06.2019 - Rojanekırın : 10.06.2019
Li Iraqê di mehekê da 40 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn û bûn xwelî

Baghdad

Li Iraqê di nava mehekê da qedera 40 hezar donim zeviyên çandiniyê ku nan û debara tekane ya cotkaran e, hatin şewitandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîlan a Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê da hat diyarkirin ku li bakurê welêt di zeviyên genim û ceh da ji 8 gulanê vir va 272 caran şewat derket.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku gumana wan heye ku agir bi destê rêxistina terorê DEAŞê tê vexistin û herwiha hat gotin ku hin şewat ji ber xetên giran ên ceyranê jî derdikevin.

Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku li bakurê Iraqê li parêzgehên Selahedîn, Mûsil û Kerkûkê di mehekê da 40 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn bûn xwelî û 992 hezar donim erd jî ji şewatê hat xilaskirin.

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd di daxuyaniya xwe ya çendek berê da diyar kiribû ku rêxistina terorê DEAŞ, zeviyên zad û dexl ê xelkê herêmê ku serî li ber natewîne, dişewitîne û dixwaze bi vî awayî ceza bide wan.

Rêxistina terorê DEAŞê di hezîrana 2014an da Mûsil di serî da ji sisêyan yek xaka Iraqê bi dest xistibû. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di berfanbara 2017an da piraniya vê xakê ji destê rêxistinê derxistibû.

Ligel ku li navenda parêzgeh û bajaran tehdîda êrîşên DEAŞê zêde nemaye jî lêbelê li deverên çol û çiyayî rêxistin car carî çalakiyan dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın