Elif Orhan
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li wileyata Gorê ya ku dikeve rojavayê Efxanistanê di pevçûna di navbera milîtanên Talîbanê û hêzên ewlehiyê da 16 sivîl û 5 polês mirin.
Berdevkê Walîtiya Gorê Ebdulhay Xatibî daxuyaniya xwe da diyar kir ku milîtanan êrîşî qereqola polêsan a li Fîrozkoha bajarê Gorê kirin, piştî êrîşê pevçûn derket.
Xatibî got ku di pevçûnê da ji herdu aliyan jî mirî çêbûn.
Wekîlê Şewra Bajarê Gorê Ebdul Basîr Qadirî jî da zanîn ku di pevçûnê da 16 sivîl û 5 polês mirin.
Qadirî da zanîn ku di pevçûnê da milîtan jî mirin.
Talîbanê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedan.