Haydar Şahin
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Mewlewî Ebdilhemîd Îsmaîlzehiyê ji alimên sunî ên Îranê got li eyaleta Sîstan-Belucistana ku piraniya gel sunî ye hêzên ewlekariyê guh nadin prosedurê û guleyan berê "wesayitên qaçaxçîtiya petrolê dikin" didin û gel ji ber vê dikeve fikaran.
Îsmaîlzehî daxuyanî da Sunnionlineya malpera xeberan û got, "Ya ku me, gelê eyaletê dixe fikaran ew e ku hêzên ewlekariyê guh nadin prosedurê û gulan agir dikin."
Îsmaîlzehî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aboriyê qismekê gelê herêmê mecbûrî qaçaxçîtiya sotemeniyê dike û wiha xivî: "Guleyê berê ajokar didin, ev li berevajiyê qanûnan e. Heke lazim dike gulê berdin jî bira berê lastîkan bidin. Rêyên sekinandina wesayîtan yên cuda jî hene. Kuştina ajokar tiştekî rast nîne."
Îsmaîlzehî bal kişand ser feqîriya herêmê û wiha pê da çû: "Li vê eyaletê fabirqe tunin. Ji ber hişkahiya van salên dawîn cotkarî û heywandarî jî gelekî kêm bû. Li herêmê bêkarî, feqîrî û birçîbûn zêde ye. Mueyîde û bihabûna zêde pirsgirêkan zêde dikin."
Îsmaîlzehiyê melayê Înê yê Zahîdanê wiha axivî:
"Her çiqasî qaçaxçîtiya sotemeniyê rêyeke meşrû nebe jî gelê me ji ber tunebûnê û tengasiyê vî karî dike û dixebiteke bi helalî nanê xwe qezenc bike. Hişbir heram e ji ber vê sotemeniyê dibin û tînin. Heqê hêzên ewlekariyê tune ku guleyan berê ajokarên mazotê bar dikin bidin û wan bikujin."
Îsmaîlzehî destnîşan kir ku gel kar û nan dixwaze û bangî rayedaran kir ku bira pirsgirêkên gel çareser bikin.