17 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
KABUL
Hat ragihandin ku li rojhilatê Efxanistanê di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da leşkerekî DYAyê yê ku di nav hêza NATOyê da hat kuştin.
Di daxuyaniya yekîneyên DYAyê yên li Efxanistanê da hat destnîşankirin ku di operasyona dijî DEAŞê ya ku bi hêzên ewlekariya Efxanistanê ra kirin da leşkerekî DYAyê hat kuştin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku lekerên birîndar yên DYAyê û Efxanistanê jî rakirin nexweşxaneyan.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hoyanî got ku leşkerê DYAyê di operasyona li Açîna navçeya Nangarharê da hat kuştin.
Leşkerên DYAyê di operasyonên dijî DEAŞê yên li Nangarhara wîlayeta Efxanistanê da piştgiriyê didin hêzên ewlekariya Efxanistanê.
Kêmzêde 8 hezar û 400 leşkerên DYAyê li Efxanistanê ne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Nangarharê hat diyarkirin ku di operasyonê da 45 endamên DEAŞê hatin kuştin.