Şeyma Uzundere
12 Tebax 2021•Rojanekirin: 12 Tebax 2021
Bajarê Xezneyê ya li başûrê rojavayê Kabula paytextê Efxanistanê kete destê Talibanê.
Serokê Şêwirmendiya Bajarê Xezneyê Ehmed Feqîrî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand kontrola navenda Xezneyê kete destê Talibanê
Feqîrî got hêzên ewlehiyê bajar terk kirin.
Talibanê di 7 rojên dawîn da tevahî 10 navendên wîlayetan ji hêzên hikûmeta Efxanistanê sitandin.
Duh jî navenda bajarê Feyzabadê ya wîlayeta Bedexşanê ketibû destê Talibanê.
Di rojên dawîn da jî kontrola navendên wîlayetên Farah û Baxlanê ketibûn destê Talibanê.