Esat Fırat
11 Tebax 2021•Rojanekirin: 12 Tebax 2021
Dîrektorê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Wîllîam Burns li Îsraîlê bi Serokwezîr Naftalî Bennet ra hevdîtinek kir û li ser geşedanên li Rojhilata navîn û Îranê axivî.
Li gor daxuyaniya daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê Dîrektorê CIAyê Burns li Wezareta Parastinê ya li Tel Avîvê hat pêşwazîkirin.
Hat gotin Bennet û Burns der barê hevkariya îstixbarat û ewlehiya di navbera Îsraîl û Amerîkayê da, rewşa Îranê, geşedanên li Rojhilata navîn û hevkariya herêmî da axivîn.
Serokê Mossadê ya Îstixbarata Derva ya Îsraîlê Davîd Barnea, Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Eyal Hulata jî beşdarî civînê bûn.
Burns duh hat Îsraîlê û ewê here Ramallaha bajarê Şerîaya Rojava ku bi Serokwê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ra hevdîtinê bike.