Ahmet Aydın
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
KABÛL
Hat ragihandin ku li navçeya Zir Koha girêdayî wîlayeta Herata Efxanistanê, balafirên hêzên NATOyê "bi şaşî" li sîvîlan xist. Di operasyonê de13 sivîl hatin kuştin, 7 sivîl jî birîndar bûn.
Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylan Farhad di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku balafirên NATOyê dema operasyon li dijî mewziyê Talîbanê yên li Zir Kohê li dar xist, "bi şaşî" li malê sivîlan xist.
Farhad anî ziman ku herêma ku sivîl lê dijîn gelekî nêzîkî mewziyên Talîbanê ne.
Farhad di daxuyaniyê de îfade kir ku di nav wan de zarok 13 sivîlan canê xwe ji dest da û 7 sivîl jî birîndar bûn. Herwiha di êrîşê de 16 endamên Talîbanê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku 35 sivîl hatine kuştin.