Li Afganistanê di navbera 24 saetên dawîn de gelek operasyon li dijî milîtanên Talîbanê hatin kirin. Di operasyonan de 27 milîtanên Talîbanê hatin kuştin, 6 milîtan jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Navxweyî ya Afganistanê daxuyand ku operasyon li paytexta Qabîlê û li bajarên Lagman, Qendeher, Zabul û Helmandê hatin kirin. Di operasyonan de 27 milîtanên Talîbanê hatin kuştin, 6 milîtan birîndar bûn û 4 endamên Talîbanê jî hatin zeftkirin.
Di operasyonan de gelek çek û bombe jî hatin bidestxistin. Talîbanê hê der barê operasyonan de tu daxuyanî neda.