Makazîwe Mandelaya keçika mezin a Serokê Afrikaya Başûr yê berê Nelson Mandela got ku bavê wê ev 5 meh e li ber mirinê ye lê ji bo ku nemire "li ber xwe dide".
Makazîweyê daxuyanî da televîzyona SABCê û wiha got: "Bavê min hê sax e û zehf egît e. Ez bawer dikim ku hê dersa sebr, hezkirin û xweşbiniyê dide me."
Zîndzî Mandelaya keça piçûk ya Nelson Mandelayê 95 salî daxuyanî da rojnemaya New York Tîmesê got ku bi mantiqî dizanim ku bavê min dimre lêbelê dilê min ji bo tiştekî wiha ne hazir e.
Mandela di 8ê hezîranê de ji ber enfeksiyona pişikê rakirîbûn nexweşxaneyê û di 1ê îlonê de jî ji nexweşxaneyê derxistibûn û şandibûn mala wî.
Mandela li Afrîkaya Başûr dijî rejima spî ya nîjadperest têkoşiyabû û 27 salan di girtîgehê de mabû. Nelson Mandela di dawiyê de 5 salan bibû Serokê Dewletê.