JOHANNESBURG
Mandela li bajarê Pretorîayê di nexweşxaneyekî de tedawiyê dibîne. Serokê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma daxuyanî da ku bijîşkên Mandela dibêjên ku tenduristiya Mandela her diçe baştir dibe.
Qîza Mandela Zîndzî Mandela jî ragihand ku tenduristiya Mandela her diçe baştir dibe û bavê wê hema hema dikare bizivire mala xwe.
Nelson Mandela ji ber rejîma spî ya li Afrîkayê tekoşîn dabû û 27 salan di girtîgehê de mabû. Piştî hat berdan 5 salan serokatiya dewletê kir. Mandela di sala 1918an de hate dinyayê û îro rojbûna wî ya 95an e.
NYyê di 2009an de daxuyanî dabû ku her sal 18ê Tîrmehê dê wek "Roja Dinyayê ya Neslon Mandela" bê qebûlkirin. Rojbûna Mandela ya 90an li qadeke mezin hatibû pîrozkirin.