MEZARI ŞERÎF
Li bajarê Faryabê ya bakurê Afganistanê dema milîtanên Talîbanê ji bo çalakiyê bombe amade dikirin bombe teqiya.
Midûrê Ewlekariyê yê Faryabê General Nebî Can Mollahîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Mollahîl diyar kir ku dema ku komek milîtan li herêma Hocakîntî ya navçeya Kaysar a Faryabê li hev civiyan da ku ji bo çalakiyê bombeyan amade bikin teqîn çêbû.
Mollahîl got ku di teqînê de 7 milîtan mirin û 6 milîtan jî birîndar bûn. Li gor daxuyaniya Mollahîl di nav miriyan de du fermandarên Talîbanê yên girîng jî hene. Lê Talîbanê hin daxuyanî nedaye.