Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Hundir ê Afganistanê, operasyon li bajarên Kunar, Zabul, Logar û Helmandê hatin kirin û di operesyonê de xêncî 7 mîlîtanên birîndar, gelek çek û teqemenî jî hatin bidestxistin.
Wezareta parastinê jî daxuyand ku li herêmên cuda ên welêt 52 bombe yên ku Talîbanê li ser rê raxistibûn beriya ku bên teqandin hatin bidestxistin.