BEXDA
Hat ragihandin ku di bûyerên li Iraqê de 3 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlekariyê li herêma en-Nahdaya Bexdayê erebeyeke bombebarkirî bi dûr ve hat teqandin. Di bûyerê de 2 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqînê di xaniyên derûdoran de zirar û ziyan çêbû.
Ji aliyê din ve li bajarê Enbarê di nav yekîneyên artêşê û hêzên eşîrên herêmê de şer derket û di şer de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.
Serokê eşîra el-Cûmeyliyê ya li bajarê Enbarê Mehşan el-Cûmeylî civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku li el-Kermaha herêma bajarê Felûceyê di navbera "Şoreşgerên Eşîran" û yekîneyên artêşa Iraqê de şer dewam dike.