LONDRA
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Wîllîam Hagûe derbarê rapor û wêneyên sûcê şer ê ku bi destê rejima Esed ve li Sûriyeyê hat kirin de daxuyanî da.
Li ser Twîtterê şopînerek ji Hagûeyê pirsî "We rapor û wêneyên sûcê şer ê ku rejima Esed deke dît yan na?" Hagûeyê, wiha bersivand: "Ev xeber her kesî matmayî hişt. Delîlên derbarê wehşet û hovîtiya sîstematîk a li Sûriyeyê roj bi roj zêde dibin. Divê berpisiyar hesabê vê hovîtiyê bidin."