MEZAR-Î ŞERÎF
Li bajarê Sar-î Pûl û Herata Afganistanê li dijî Talîbanê operasyon hatin lidarxistin. Hat ragihandin ku di operasyonan de 8 kes mirin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlehiyê ya Sar-î Pûlê Sahîdad Haîdarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê, di daxuyaniyê de diyar kir ku di operasyonên li navçeya Sûzma Kaleya Sar-î Pûlê hatin lidarxistin de 3 milîtanên Talîban hatin kuştin û 5 milîtan jî birîndar bûn.
Di operasyonên li navçeya Obaya Heratê de jî 5 milîtan mirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Obayê Şîr Aka Alkozey da zanîn ku di operasyonan de 8 milîtan birîndar bûn û 5 motorsikletên milîtanan jî desteser kirin.
Der barê her du bûyeran de jî Talîbanê hê tu daxuyanî neda.