Ahmet Aydın
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
BRUKSEL
Pierre-Yves Gilletê berdevkê "Actions Birmanie" (Koma Tevgerê ji bo Burmayê) ku navenda wê li Belcîkayê ye û ji bo Myanmarê demokratîzebûnê dixwaze, destnîşan kir ku li dijî misilmanên Arakanê tevkujiyeke qewmî heye û ew bûyerên li wî welatî weke bûyerên bifikar wesifand.
Gillet di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku ew bûyerên li Myanmarê diqewimin bûyerên bifikar in îfade kir ku pêdivê ev rewş demildest têkeve rojeva civaka nêvneteweyî.
Gillet got, "Li dijî misilmanên Arakanê tevkujiyeke qewmî heye, xelkê sivîl rûbirûyê metirsiya jiyanê ye. Artêşa Myanmarê li Arakanê ferqê naxe navbera xelkê sivîl û berxwedêran."
Gillet herwiha got, "Hejmarek gelek misilamanên Arakanê, ji artêşê direvin û xwe dispêrin sînorê Bangladêşê. Lê ji ber tedbîrên rayedarên Bangladêşî yên ser sînor, ew penaber jî mane asê."
- "Artêş bê eqlê selîm tevdigere"
Gillet bibîr xist ku 25ê tebaxê komek bi navê Artêşa Rizgariya Rohingyayê ya Arakanê (ARSA) li dijî qereqola polîsan êrîş li dar xist û ji ber vê jî artêşa Myanmarê hebûna xwe li herêmê zêde kir.
Gillet wiha pê de çû:
"Qaşo Myanmar di pêvajoyeke demoratîzebûnê re derbas dibe. Artêşa Myanmarê di bin rêveberiya Fermandarê artêşê Min Aung Hlaing de bê eqlê selîm tevdigere. Faaliyetên artêşê pêvajoya aştî û demokrasiyê bi şiklekî ber bi çav tehdît dike. Ji bo rewş xiraptir nebe, divê hikûmeta Myanmarê bi şêweyekî lezgîn tedbîrê bistîne. Herwiha lazim e hikûmet îzna xebatê bide ku heyeta lêkolînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY)."