Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Amerîkayê konferanseke mijara wê "Çanda Gobeklîtepeyê û Dîmena Diguhere ya Pêkhatina Neolîtîkê" hat li darxistin.
Serkonsolosxaneya Chîcagoyê ya Tirkiyeyê mazuvaniya konferansê kir.
Konferans li Enstîtûya Orîental a Zanîngeha Chicagoyê çêbû. Prof. Dr. Mehmet Ozdoganê Hîndekarê Makezanista Prehîstoryayê ya Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di konferansê de axivî.
Umut Acarê Serkonsolosê Chicagoyê, gelek akademîsyenên amerîkî, xwendekar û welatiyên tirk ên li Amerîkayê dijîn konferans guhdar kirin.
Gobeklitepeya ku wek navenda perestgeha herî kevn a dinyayê tê zanîn û ji hêla UNESCOyê va di "Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê" de hatiye binavkirin mijara konferansê bû.
Di konferansê de behsa xebatên li Gobeklitepeya Şanliurfayê tên kirin, encamên ku derketine holê û tesîra wan a li ser şaristaniyê hat kirin.
Prof. Dr. Mehmet Ozdogan piştî konferanê pirsên rojnamevanê AAyê bersivandin.
Ozdogan got Gobeklîtepe li dinyayê cihekî navdar e û wî di konferansê de behsa Gobeklîtepeyê, cihê wê ya di dîroka çandê da, çi feydeya wê gihîştî roja îro û wê çi guherandiye, kiriye.
Ozdogan bi bîr xist ku arkeolojî şaxeke zanistê ye ku li ser çand û şaristaniya berê lêkolînê dike.
Ozdogan destnîşan kir ku şaristanî nirxên hevpar ên hemû mirovahiyê ye û wiha dewam kir:
"Kewşkirina çandeke arkeolojîk a mîna Gobeklîtepeyê hin berpirsyariyên wek derxistina holê û danasîna wê ya ji bo cîhanê dide ser milê welatê ku lê ye. Hebûna me ya li vê derê jî ji ber vê berpirsyariyê ye ku em bi zanyaran ra parve dikin û li ser nîqaşan dikin."
Ozdogan bal kişand, ya girîng ew e ku ew di vê konferansê da li ser bandora çanda Gobeklîtepeyê ya li ser şaristaniya îroyîn sekinîn.
Serkonsolos Acar jî diyar kir, konferansa Gobeklîtepeyê ji rêzekonferansa ewil e ku wan bi Zanîngeha Chicagoyê ra da destpêkirin.
Acar got: "Sala pêş me jî der heqê vedanên Zaugma û Yenîkapiyê da akademîsyenên navdar ên Tirkiyeyê wê ji bo konferansê werin Chicagoyê."