Sevim Hatun
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Hêzên Esmanî yên DYAyê balafirên bombardûmanê yên B-52 ku kapasîteya wan a çekên nukleerê heye piştî şerê psîkolojîk cara ewil li gor esasê 24 saetan ji bo teyaqûzê amade kirin.
Fermandarê Hêzên Esmanî yê DYAyê General David Goldfein mulaqat da malpera Amerikan Defense One got ku ji sala 1991ê vir ve me cara ewil B-52 li gor elarma 24 seatan eyar kirin.
Goldfein wiha axivî: "Ev gav nîşan dide ku em amade ne û ewlehiya me nîşan dide. Ez vê ji bo rewşeke spesîfîk dibêjim."