ANKARA
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji ber bûyerên piştî ku li St. Louîsa bajarê eyaleta Mîssouriyê polêsan xortekî reşik kuştibû, derket tevgera polêsan rexne kir. Rêxistinê bangî DYAyê kir û got "Bila polês dev ji şidetê berdin". Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di dîroka xwe de cara ewil ji bo protestoyê di cih de lêbikole heyeteke ji 13 kesan pêk tê şand.
Dîrektorê Amerîkayê yê Rêxistinê Erîka Guevara Rosas, der barê protestoyên ji ber ku polêsê sipî Darren Wîlson xortê reşik Mîchael Brown kuşt de daxuyanî da.
Rosasê bûyerên piştî kuştina Mîchael Brown wekî "gelekî hesas" binav kir. Rosasê hişyarî da û got ku "divê agirê vêketî gur nekin" û wiha dewam kir: "Divê lêpirsîna polêsên ku li ser guman heye ku di çalakiyên dereqanûnî de cih girtine, baş bê kirin.