Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Dinya

Li DYAyê bibîranîna "Roja Martîn Luther Kîng"

Li Washingtona paytextê DYAyê bi sedan kes di "Roja Martîn Luther Kîng" da ji bo bibîranîna aktîvistê navdar, tevlî meşa aştiyê bûn.
17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
Li DYAyê bibîranîna "Roja Martîn Luther Kîng"
Washington DC

WASHINGTON

Li Washingtona paytextê DYAyê bi sedan kes di "Roja Martîin Luther Kîng" da ji bo bibîranîna aktîvistê navdar, tevlî meşa aştiyê bûn.

Roja Martîn Luther Kîng her sal di duşema sêyemîn a meha rêbendanê da ye û li tevahiya welêt betlaneya fermî ye.

Merasima bibîranînê ber destê sibehê dest pê kir. Di merasimê da çeleng danîn Bîrdariya Roja Martîn Luther Kîng ku li texma Bîrdariya Lincoln e û aktîvistê navdar di sala 1963yan da lê axaftinek kiribû. Bername bi meşa ku Nick Cannonê aktorê navber organîze kir, berdewam kir.

Bi beşdarbûna sedan kesî meş ji Bulwara Martîn Luther Kîng dest pê kir û heta Parka Anacostiayê dewam kir.

Di merasima bîranînê de bi dehan saziyên civakên sivîl xwepêşandana dans û muzîkê li dar xistin. Her wiha di bernameyê de li dijî Trump pankarên li ser dinivîse ' Tu ne Serokê min î' jî bal kişand.

- Li New York û Bostonê çalakiyên li dijî Trump

Di rojbûna Kîng de gelek nivîskar, hunermend, parêzvanê mafan ên efsane di bin banê dezgeya PEN Amerîkayê li New York û Bostonê ber derê pirtûkxaneyan bi nivîs û helbestan Trump protesto kirin.

Li giştiyê DYAyê li 90 devera protestoyên bi vê awayê hatin kirin. Tê payîn ku li welêt di çalakiyên rojbûna Kîng ên li gelek deveran da protestoyên dijî Trump bê kirin.

Martîn Luther Kîng di sala 1963an de li paytext Washingtonê bi beşdarbûna 250 hezar kesî, meşa bi navê "Ji bo Kar û Azadiyê li Washingtonê meş" li dar xist û di meşê da Kîng axaftina xwe ya dîrokî ya bi navê 'Xeyaleke Mîn Heye" kir. Ew axaftin ji bo welatiyên reşik bû heyameke pir girîng.

Kîng di wê çalakiyê de û wiha gotibû: "Xeyaleke min heye: rojekê bê û çar zarokên min wê ne li gor rengê çêrmên xwe, wê li gor şexsiyeta xwe bêne qebûlkirin". Ev axaftina wî li ber welatiyên reşik rêyeke mafên xwe bidestxistinê vekirîbû.

Di heman salê de Kîng Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû. Bi qanûnê ve ne bi tenê li ber reşikan, li ber hemû kêmneteweyan û jinan ji bo perwerde û kar rê hatibû vekirin.

Kîng li Mempîsê di sala 1968an de bi suîqestekê hat kuştin. 9 sal şûn de, di sala 1977an de Serokê DYAyê Jîmmy Carter ew layîqê "Madalyaya Azadiyê ya Serokatiyê" dîtibû û ji bo rûmeta wî biryar hatibû dayîn ku ev roj wek Roja Martîn Luther Kîng bê pîrozkirin.

Serokê DYAyê yê berê Ronald Reagan biryara qanûnê ya ku vê rojê wek cejneke neteweyî pîroz bikin di sala 1983an de qebûl kiribû.

Ev têkoşîna mafên medenî ya bi serokatiya Kîng ji ber ku tundî û şer qebûl nekir ji hêla amerîkiyên çerm spî ve jî hatibû pejirandin û bûbû tevgereke birûmet.

related_topics:
Roja Martin Luther KingMartin Luther KingDYA
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Serokomarê Fransayê bertek nîşanî Trump da

Serokomarê Fransayê bertek nîşanî Trump da

Nûçeya paşê

Raîd Salah serbest hat berdan

Raîd Salah serbest hat berdan

NÛÇEYÊN DAWÎ

Serokatiya Ragihandinê wê di çarçoveya 15ê Tîrmehê da li dervayî welêt bernameyan li dar bixe

Sariqamîş zivistanê bi berfê, havînê jî bi kulîlkan va çîlspî dibe

Serokomar Erdogan ji ber mirina Mîrê Qeterê yê berê peyama sersaxiyê weşand

Gola Denizê ya li Qersê bi bedewiya xwe ya bêhempa va benda geştiyaran e

Wezîrê Karên Navxweyî Çîftçî li Hekariyê ziyaret pêk anîn

Li Qersê dîmenên sûsmarê ku di siruştê da kêm tê dîtin, hat kişandin

Li Elezîzê şewata ku di malekê da derket hat vemirandin

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

Raya Giştî ya navneteweyî PKK şermezar kir

Raya Giştî ya navneteweyî PKK şermezar kir

Pentagonê bang li YPG û Îranê kir

Pentagonê bang li YPG û Îranê kir

Koka DAEŞê wê di demeke dirêj de biqele

Koka DAEŞê wê di demeke dirêj de biqele

Nameyên Eînsteînê fizîknas dê bên firotin

Nameyên Eînsteînê fizîknas dê bên firotin

Polêsan 385 kes kuştin

Polêsan 385 kes kuştin

Li DYAyê raydayîn qediya

Li DYAyê raydayîn qediya

Li Nepalê erd bi lerza 7,3an hejiya

Li Nepalê erd bi lerza 7,3an hejiya

"Em di nava fikarê de ne dibe ku tirkmen bêçek bimînin"

"Em di nava fikarê de ne dibe ku tirkmen bêçek bimînin"

Îdiaya faîlê teqîna Hewlêrê hat girtin

Îdiaya faîlê teqîna Hewlêrê hat girtin

Divê akedemîsyen û dîroknas bûyerên 1915an binirxînin

Divê akedemîsyen û dîroknas bûyerên 1915an binirxînin