17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande li ser hevpeyvîna ku Serokê DYAyê Donald Trump dabû rojnameya Bîld û The Times of Londonê bertek nîşan da.
Holland di merasima ku ji bo Balyozê DYAyê yê Fransayê hatibû lidarxistin de axivî. Holland wiha axivî: "Ez ji vê derê careke din jî dibêjim. Ewropa her dem li aliyê îtifaqa transatlantîk e û vê jî wê li gor menfeata xwe bi rê ve bibe. Ka em ê çêbikin, çawa bikin hewcedariya me bi pêşniyazên tu kesî nîne."
Trump di hevpeyvîneke xwe de polîtîkiya dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kiribû û gotibû lazim e Ewropa tu penaberan nehilde. Trump dîsa ji bo derketina Îngîltere jî gotibû ev biryareke gelekî baş e û Îngîltere pîroz kiribû.