17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
QUDIS
Parêzerê Salah Xalid Zebarîka daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Îdaraya Girtîgehên Îsraîlê weke fermî ragihand me ku Raîd Salah serbest hat berdan."
Zebarîka ragihand ku hê jî nizanin Salahê ku serbest hat berdan li ku ye û wiha dewam kir: "Em niha li ber derê girtîgeha Rîmonê li bendê ne ku derê. Encax dibe ku neqlî girtîgeheke dinê kiribin û ji wir hatibê berdan. Em niha li bendê ne ku rayedarên Îsraîlê der barê Salah de agahiyê bidin.
Şêx Salahê Serokê Tevgera Îslamî ya FiIistînê ya 1948ê bi hinceta ku 9 sal berê di xutbeya înê de "teşwîqî şidetê" kir, bi destê dadgeha Îsraîlê di 18ê nîsana 2016an de hat girtin û 9 meh cezaym hepsê hat dayîn. Salah ji meha gulanê heta niha li bajarê Bî'rû's-Sebayê di hucreyekê de tenê dihat girtin.