Fatih Gazioğlu
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Duh di pevçûnên li Quaddaiya rojhilatê welêt ya di navbera şivan û cotkaran derketibûn da 44 kes hatin kuştin.
Serokomarê Çadê Îdrîs Debî daxuyanî dabû rojnamevanan û gotibû ku pevçûn li Quaddaiya rojhilatê welêt derketine û wiha axivîbû: "Di pevçûnan herî kêm 37 kes hatine kuştin. Em rojên ne baş derbas dikin. Ev pevçûnên nijadî êdî ji bo bûn meseleyeke neteweyî."
Serokomar Debî gotibû ku ew ê ji bo sekinandina pevçûnan pêvajoyeke diyalogê ya civakî bidin destpêkirin.
Debî destnîşan kiribû ku wan piştî xebera pevçûnan hilda bilez hêzên ewlehiyê şandin herêmê û kesên çekdarî êrîşî hêzên ewlehiyê jî kirine.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin hildan di pevçûnan jimara miriyan derketiye 44 kesan.