ŞANGHAY
Li eyaleta Gansuyê ya ku li bakurê rojavayê Çînê ye, di saet 07.45an de erdhej qewimî. Li gor agahiyên ewil di erdhejê de 47 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ajansa Şînhuayê ragihand ku di erdheja ku navenda wê 200 kîlometre nêzîkî paytext Lancouyê pêk hat de 270 kes birîndar bûn.
Di serî de li bajarên Mînşîen, Çangşîen, Maçûen û Sizûyê wekî din li gelek bajarên din ragihandin bi zehmetî çêdibe. Tê gotin ku li herêmê ceyran tuneye û xezaz çêdibe.
Destûrmendan diyar kir ku tîmên lêgerîn û xilaskirinê û alîkarên tibî gihiştin herêma afatê û dest bi xebatên xwe dikin.
Hat gotin ku erdhej li paytexta eyaleta Şaanşîyê li Şîanê jî hat hîskirin.