Haydar Karaalp
31 Adar 2026•Rojanekirin: 01 Nîsan 2026
Hat diyarkirin ku li Bexdaya paytextê Iraqê rojnamevana Amerîkayî "Shelly Kittleson" hat revandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê da hat ragihandin ku rojnamevana Amerîkayî Shelly Kittleson li paytext Bexdayê hat revandin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yek ji kesên ku Kîttlesonê revandin hat qefaltin û hat gotin ku "Em ê destûr nedin tu teşebûsên ji bo xirakirina ewlehiyê yan jî hedefgirtina mêvanên biyanî."
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin rojnamevana Amerîkayî nêzî otêla li navenda Bexdayê hat revandin.
Saad Maanê Serokê Tora Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku der barê bûyerê da lêkolînê dikin.