Dinya

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Îradeya me heye ku em bi temînata nedubarekirina êrîşan dawî li vê şerê bînin"

Tolga Akbaba  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Îradeya me heye ku em bi temînata nedubarekirina êrîşan dawî li vê şerê bînin"

İran

Serokomarê Îranû Mesûd Pezeşkiyan di axaftina xwe da ya bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonîo Costa ra got ku "Îradeya me heye ku em bi temînata nedubarekirina êrîşan dawî li vê şerê bînin."

Li gor çapemeniya Îranê Pezeşkiyan û costa bo têlefonê axivîn.

Pezeşkiyan di axaftinê da ji Costa ra got ku ku êrîşên dijî Îranê dijî wan prensîb û rêzikan e ku YE bi baldarî li serê disekine û got ku "Îradeya me heye ku em bi temînata nedubarekirina êrîşan dawî li vê şerê bînin."

Pezeşkiyan destnîşan kir ku Îran girîngiyê dide dîplomasiyê lêbelû cara duyemîn dema mizakereyê da rastî êrîşê hat û got ku "Em hember welatên cîran rêz digirin û niyeta me tunebû ku em êrîşê wan bikin. Lêbelê li van welatan baregehên Amerîkayê hene û ji van baregehan dijî welatê me êrîş tên kirin."

Serokê Konseya YEyê Costa jî bandorên neyinî yên şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê da ya li ser aboriya kurewî da destnîşan kir û diyar kir ku divê dawî li rageşiya herêmî bê.

Costa destnîşan kir ku welatên Ewropayê piştgiriyê nadin êrîşên dijî Îranê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.