Dinya

Li Bexdayê di êrîşa fuzeyê da zarokek hat kuştin, 5 birîndar

Hikûmeta Iraqê ragihand ku li Bexdayê di êrîşa fuzeyê da zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Önder Beyter  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
Li Bexdayê di êrîşa fuzeyê da zarokek hat kuştin, 5 birîndar

Baghdad

 Hikûmeta Iraqê ragihand ku li Bexdayê di êrîşa fuzeyê da zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Tora Ragihandina Ewlekariyê ya hikûmeta Iraqê da hat destnîşankirin ku li Bexdayê di êrîşên fuzeyê da 4 jê ketin nêzîkî Herêma Kesk, 2 jê nêzîkî Nexweşxaneya Bajarê Tibê û Parqa Zewrayê û ya mayîn jî li hewa teqiya.

Hat diyarkirin ku di êrîşê da zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê li dijî Herêma Kesk ku Balyozxaneya Amerîkayê, hin nûnertiyên mîsyonên biyanî û avahiyên hikûmetê lê ne, bi 4 fuzeyan êrîş hatibû kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın